Xeyb - Şener Ozmen - Lis Basın Yayın

Xeyb - Şener Ozmen - Lis Basın Yayın
Barkod:9786059295666
%
25
İndirim
337,50 TL
450 TL
Stokta yok
Kitap Künyesi
Xeyb Kitabı, Şener Özmen eseri olup 364 Sayfa, 2. Hamur ve 13.50x19.50 cm boyutlarında Lis Basın Yayın tarafından yayımlanmıştır.
Kargo Seçenekleri
Ödeme Seçenekleri
Kitap Açıklaması

“Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...”

Di Xeybê de, Şener Ozmen bi hostatîyeke deradetî me ber bi bîra xwe/me ya xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike û derûna xwe/me ya binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî dike.

Vegotina romanê ya di deryaçeya Kurmancîya Reş de hatiye noqkirin, hizirên merivanîya me ya paşperdekirî bi Rê û Zê dike û bi gilîgotinên û qisekirineke jîyanî ya serincrakêş li ber dilê me dide û kat dike.

Xeyb romaneke weha ye ku ji refê rêzenivîsên asêmayî û xwedubarekirî yên Kurmancîyê veqetîyaye û hewl daye romannivîsîya me ji me rizgar bike.

Xeyb bi hûnandina xwe ya çapik û çeleng nivîseke nû û ter e ku hêjayî liserrawestaneke hûrxwîn e.

Êdî li şaneşîna hizirpakî û kûrlênêrîna xwînerên Kurmancîya Reş vêsa xwe digire.

Sayfa
364 Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.50x19.50 cm
Basım Yılı
Nisan 2017
Kitap Yorumları

Yorum bulunamadı