Şekıre Di Berika Bave Min De - Dilan Şewqi - Avesta Yayınları

9786257253659
%
25
İndirim
90,00 TL
120,00 TL
Stokta yok
Favori listesine ekle
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 30TL

300TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri

Şekıre Di Berika Bave Min De - Dilan Şewqi - Avesta Yayınları

Di romana Şekirê di berîka bavê min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin” (ev nîgaş di tekane diyariya Şemso de derdikeve mexderê, ku ji bo fantaziya xwe ji jina xwe Xanê re anîye) ya ku xwe spartiye dab û nerîtên civakê yên fena deziyê çil girêkî, di nava tewekên hezar salane re tên û xwe li keviyên zemanê me yê ku ji zemanê hemû gelan ciyawaztir e, didin. Jin, gelekî bi hêsanî tên berdanê (keçikan tînin û dûndeyê xwe didin destê wan) û mêrên ku di berîkên xwe de bi sê kevirên telaqê digerin, ji bo ku ben ji destê wan nefilite, vedigerin û bi dayîkên xwe dişêwirin. Heman mêr e, yê ku van gotinan dike; “Ez qurbana vî laşê sipehî bim.”, yan; “Dayê jinka min a delal bûye destbiraka pîrhebokekê!”,  yan, “Ew berê bû Xanê, firaxa cam ko bişkê lihêm nabe.”, Dîlan Şewqî, berê me xwîneran dide nava efsaneyan, bi him hima pîrhevokên ku kurmancî dipeyivin re, em li dû nasnameya xwe dikevin.

Şener Ozmen

Yazar
Sayfa
144Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.50x19.50cm
Basım Yılı
2021
Kategori:
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler