Rezimana Kurdi - Asta Destpeke - Haydar Diljen - Aryen Yayınları

Rezimana Kurdi - Asta Destpeke - Haydar Diljen - Aryen Yayınları
Barkod:9786256274136
%
25
İndirim
210 TL
280 TL
Stokta yok
Kitap Künyesi
Rezimana Kurdi Kitabı, Haydar Diljen eseri olup 96 Sayfa, 1. Hamur ve 21.00x29.70 cm boyutlarında Aryen Yayınları tarafından yayımlanmıştır.
Kargo Seçenekleri
Ödeme Seçenekleri
Kitap Açıklaması

Rêzimana Kurdî - Asta Destpêkê
Di vê pirtûkê de wêneyekî giştî yê rêzimana kurdî heye. Kesên ku bixwazin bi awayekî hêsan bingehên rêzimana kurdî nas bikin yan jî hîn bibin, dikarin bi vê pirtûkê dest pê bikin.
Çapa yekem ya vê pirtûkê, bi hevkarîya Daîreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê - Skolverket, di sala 1994an de hat weşandin. Ev, çapeka nû ya berfirehkirî ye.
Pirtûk bi metoda înduktîfê hatîye nivîsîn. Li gor vê metodê, zarok bi serpêhatî û ceribandinên xwe ji tişt û bûyerên li derdora xwe fêr dibin. Paşê bi saya van serpêhatîyên xwe digihîjin hin qaydeyên giştî. Bi alîkarîya van qaydeyên giştî tiştên nû hîn dibin û qada hînbûna xwe firehtir dikin. Her cure yan beş li gor vê metodê hatîye nivîsîn. Ev metod li ser esasê aktîfbûna şagirdan dimeşe. Di vê metodê de dersdar yan jî mamosta bes rênîşander e.
Nivîskar, zimanê pirtûkê, bi taybetî navên hin termên rêzimana kurmancîyê, li gor standarda kurmancîyê û termînolojîya rêzimana kurdî ya îro nivîsîye. 
Ev pirtûk bi awayekî gelek hêsan hatîye amadekirin. Meriv dikare bibêje ku ev pirtûk di vê cureyê de û bi vê metoda xwe pirtûkeka nû ye. Kesên ku piçekî xwendin û nivîsîna kurdî dizanin, dê bikaribin bi hewes vê pirtûkê bi kar bînin.

Sayfa
96 Sayfa
Kağıt
1. Hamur
Boyut
21.00x29.70 cm
Basım Yılı
2025
Kitap Yorumları

Yorum bulunamadı