Kurd (Dirok u Kultura Wan) - Jemal Nebez - Avesta Yayınları

Kurd (Dirok u Kultura Wan) - Jemal Nebez - Avesta Yayınları
Barkod:9789944382366
%
20
İndirim
72 TL
90 TL
Stokta yok
Kitap Künyesi
Kurd (Dirok u Kultura Wan) Kitabı, Jemal Nebez eseri olup 93 Sayfa, 2. Hamur ve 13.00x19.50 cm boyutlarında Avesta Yayınları tarafından yayımlanmıştır.
Kargo Seçenekleri
Ödeme Seçenekleri
Kitap Açıklaması

Jemal Nebez tarafından kaleme alınan Kurd (Dirok u Kultura Wan), Avesta Yayınları eseri olarak okurlarla buluşuyor.

Kurd (Dirok u Kultura Wan) - Jemal Nebez Kitap Özeti

Kitêba Jemal Nebez ‘Kurd Dirok û Kultura Wan’ bi kurdî di nav weşanên Avesta de derketLêkolînên bi kurdî zêde dibinWeşanên Avesta bi mebesta ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, wergera lêkolînan ji zimanê orijînal bo kurdî didomîne. Piştî ‘Şerefname’, ‘Dîroka Kurd û Kurdistanê’, ‘40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Êzdiyatî’ û hin kitêbên bîranînan, vê carê jî di seriyala ‘Kurdolojî’ de kitêba alimê nasraw ê Başûrê Kurdistanê Jemal Nebez a li ser dîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê ‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’ derket. Kitêb ji aliyê Ergîn Opengîn ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî li seranserê Kurdistanê, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê, wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî; û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel. ‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin. ‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.

Sayfa
93 Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.00x19.50 cm
Basım Yılı
2008
Kitap Yorumları

Yorum bulunamadı