Guliyen Ji Behna S¸imamokan - Roza Metina - Aryen Yayınları

9786057320094
%
25
İndirim
135 TL
180 TL
Stokta yok
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 89TL

890TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri
Kitap Açıklaması

Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê. Ji cama şibakê ya ku bûbû şahidê kulên di qermîçekên rûyê wê de asê mabûn, li deqa li ser eniya xwe nihêrt. Erbaneya bi dîwêr hatibû dardekirin jî wekî dirûvên xewnên ji mirinê filitîbin ji cama şibakê xuya dikir. 
Wekî her berbangê bala çavên qerimî vê carê ket ser goristana ku di nava xwe de sê gorên li ber hevdû, distirand. Dema bala çavên qerimî diketin ser goristanê hêsirên çong li mirov sist dikirin, dihatin xwarê û qirika ku êdî nedixwest êşê daqurtîne, ziwa dibû. Li aliyekî din jî heyranokên li dijî zilma sedan salan serî hildidan, dihatin ser ziman. 

Yayınevi
Yazar
Sayfa
80 Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.50x21.00 cm
Basım Yılı
Temmuz 2023
Kategori:
Kitap Yorumları

Yorum bulunamadı