Gotinen Peşiyen Kurdan Bi Zimane Gundan - Mihyedine Mihemede Remo - Nubihar Yayınları

9786257383486
%
30
İndirim
196.00 TL
280.00 TL
Temin Edilebilir (3-5 İş günü)
Kargo Bilgisi
500TL ve Üzeri Kargo Ücretsiz
Ödeme Seçenekleri

Gotinen Peşiyen Kurdan Bi Zimane Gundan - Mihyedine Mihemede Remo - Nubihar Yayınları

Her kalek an pîreke me ku çavê xwe ji vê “dinya gewrik” digire û ji nav me bar dike, hinek ji vê mîratê bi xwe re dibe. Ji vî aliyî ve kedkarê vê pirtûkê mamosta Mihyedînê Mihemedê Remo, nimûneyeke pir baş nîşanî me daye ku ev xebata wî ji wan gotin û bêjeyên winda dagirtî ye û ji bo ziman û çanda Kurdî û bi taybetî jî ji bo zaravayê Kurmancî û devoka Torê, dê bibe çavkanî.
Mihyedînê Mihemedê Remo li ser vegotin û devoka Torê pir bi hûrgilî rawestiyaye û heta jê hatî jî zimanekî herikbar bi kar aniye. Di çîrok û çîvanokên pirtûkê de, bi riya diyalogan, devoka herêmê pir xweş hatiye parastin, bi saya vê yekê jî li gorî me, ev xebat, ji bo zimanzan û lêkolînerên folklora Kurdî û bi taybetî ya Torê û derdora wê, dê bibe çavkaniyeke hêja.
Mihyedînê Mihemedê Remo, bi xwe di nav gelê herêma xwe Torê de rabûye û çanda herêmê jî baş dizane. Bi saya vê yekê jî taybetiya xebatê ya ku “çîrok û çîvanokên herêmê, gotinên pêşiyan ên herêmê piştrast dikin”, diyar dibe.

Sayfa
604Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.50x21.00cm
Basım Yılı
Eylül 2022
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler