Gotarên Vekolînên Çanda Kurdî - Zülküf Ergün - Nubihar Yayınları

9786256605541
%
30
İndirim
406 TL
580 TL
Stokta yok
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 60TL

600TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri
Ürün Açıklaması

Kurdên bakurî di van salên dawî da bi saya hin derfetan di warê vekolînên çandî da pêngavên baş diavêjin û ev xebat jî yek ji van pêngavan e. Bi vê mebestê me bi beşdarîya çendîn vekoleran “gotarên vekolînên çanda kurdî” pêk anî ku xala wan a hevbeş kurd û çanda kurdî ye. Ji alîyê şaxên kurdnasîyê ve ev xebat vekolînên qadên folklor, mîtolojî, edebîyata zarokan, edebîyata klasîk, edebîyata nû, ziman, dîrok, wergêran, dîn û çanda giştî li xwe digire. Ji alîyê zimanî ve jî ji 21 gotarên vê xebatê 12 jê bi zimanê kurdî, 6 bi tirkî, 2 bi farisî û 1 jî bi îngilîzî hatine nivîsîn.
Di vê çarçoveyê da Shahab Vali, li ser mîtolojîya kurdan, Ayhan Yıldız, Gülbendin Gülmez, Türkan Tosun û Mehmet Yüce li ser folklora kurdî, Ferhat Çiftçi mijareke edebîyata zarokan, M. Zana Karak, Mesut Arslan û Önder Beyter li ser edebîyata klasîk, Güneş Kan li ser deqeke edebîyata nû, Ahmet Seyarî li ser Tesrîfa Teremaxî mijareke zimanî, Ümit Eser-Aydın Bayad-Kenan Alparslan-Ercan Şen li ser kêşeya kurdî di tezên psîkolojîyê da, Orhan Örs, Kenan Bozkurt, Caner Yelbaşı û Elî Rehmetî li ser dîroka kurdan, Ekrem Bexşî li ser neqşên xalî yên du eşîretên kurdên Îranê, Mehmet Bezat Ekinci-Metin Sert-Ömer Doru li ser aborîya Mêrdînê, Bayram Kanarya li ser nirxandina Hedîsên Cenabê Pêxember a Kamiran Bedirxanî, Nevzat Eminoğlu û Haşim Özdaş jî li ser wergêrana deqên dînî yên kurdî bîr û rayên xwe yên zanistî pêşkêşî me dikin.

Sayfa
498Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.00x21.00cm
Basım Yılı
Mart 2025
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı