Dupişk - Burhan Tek - Avesta Yayınları
Kitêba çîrokan a Burhan Tek bi navê “Dûpişk” derket. “Dûpişk” duyemîn kitêba nivîskar e, berhema wî ya yekem “Nav”, di 2016an de derketibû.
Ji çîroka “Dûpişk”
“Çawa dihat, ez ewqasî hewl bidim tu mesrefan nekim, li dibistanê tostekê nexwim, ji dikanê çiqolatayekê, gofretekê, piskewîtekê nekirim, roja îdiyê li sûkê kebab û doneran nexwim û nuha bavê min bibêje “lawê min têrî nekirê û divê tiştekî hêja ez jî li ser zêde bikim!” ya hesabê min şaş bû ya bisiklêt pir buha bû. Em gihîştin malê.
Bavê min mesele ji diya min re jî vekir. Ji bo ku min li ser bisiklêtê ragirtibû hinek gazind dikirin. Diya min jî aliyê min digirt. Ji bavê min re got “hinek pereyê min heye nebû em ê wê jî têxin ser û bisiklêtekê ji lêwik re bikirin.” Diya min heta nuha qet nîşanî min nedabû ku dixwaze bisiklêt ji min re bê kirrîn. Îşev wexta ku dît moralê min tune û min şîv jî nexwariye hew îdare kir û pereyên xwe yê ku ji bo rewşeke acîl hilanîbû, wê ji bo min xurde bikirana.
Piştî vê biryarê diya min bi bişîrînekê li min nerî û pirsî “îcar jî tu tiştekî naxwî, tu hîn ne birçî yî?” Diya min wek diya her kesî bi min zanîbû. Zanîbû ez birçî me û ji ber ku moralê min xera bûbû mahdê min nediçû xwarinê. Rabû çû midbexê. Hîn tîn di xwarinê de hebû ne hewceyî germkirinê bû. Danî ser sifreyê ji min re anî. Îjar ma ku bibe roja lehdê û ez û bavê xwe bi hev re herin sûkê û ji min re bisiklêtekê bikirin. Bavê min tenê roja lehdê betal bû û ji bo wê rojê jî divê ez sê rojên din bisekiniyama. Gelo wê kengî bibûya lehd.”
Yorum bulunamadı
 Akademik
 Akademik  Bilgisayar
 Bilgisayar  Çocuk Kitapları
 Çocuk Kitapları  Edebiyat Kitapları
 Edebiyat Kitapları  Eğitim Kitapları
 Eğitim Kitapları  Ekonomi Kitapları
 Ekonomi Kitapları  Felsefe Kitapları
 Felsefe Kitapları  Genel Konular
 Genel Konular  Hobi Kitapları
 Hobi Kitapları  İnsan ve Toplum
 İnsan ve Toplum  Kişisel Gelişim
 Kişisel Gelişim  Politika Siyaset
 Politika Siyaset  Sağlık Kitapları
 Sağlık Kitapları  Tarih Kitapları
 Tarih Kitapları  Yemek Kitapları
 Yemek Kitapları 
 İlkokul Kitapları
 İlkokul Kitapları  Ortaokul Kitapları
 Ortaokul Kitapları  Lise Kitapları
 Lise Kitapları  TYT Kitapları
 TYT Kitapları  AYT Kitapları
 AYT Kitapları  DGS Kitapları
 DGS Kitapları  ALES Kitapları
 ALES Kitapları  KPSS Kitapları
 KPSS Kitapları  YDS Kitapları
 YDS Kitapları  YÖK-DİL Kitapları
 YÖK-DİL Kitapları 
 
 
