Deste Min Li Deste Te Digere - Mehmet Tanrıkulu - Avesta Yayınları

9786052246788
%
25
İndirim
75.00 TL
100.00 TL
1 adet stokta!
Kargo Bilgisi
500TL ve Üzeri Kargo Ücretsiz
Ödeme Seçenekleri

Deste Min Li Deste Te Digere - Mehmet Tanrıkulu - Avesta Yayınları

Berhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.

Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje: “Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.

Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.

Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.”

Sayfa
96Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.50x21.50cm
Basım Yılı
Ekim 2020
Kategori:
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler