Çîrokên Jinên di Zindanan de - Kolektif - Aram Yayınları

9786052931097
%
25
İndirim
90,00 TL
120,00 TL
Temin Edilebilir (3-5 İş günü)
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 60TL

600TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri

Çîrokên Jinên di Zindanan de - Kolektif - Aram Yayınları

Ev pirtûka bêrîkirin, berxwedan û hêviya ji pênûsa jinên kurd ên girtî diniqutin, tîne gel hev. Jinên li paşiya dîwarên zindanê bi pênûsa xwe li dijî tenêbûn û zilmê şer dikin, bi çîrokên xwe dibin şahidên dîroka xwe.
Ev berhema hevpar a ji yazdeh çîrokên cuda pêk tê, ne tenê êşên takekesî di heman demê de berxwedana gelekî, têkoşîna azadiyê ya jinan û ronahiya li dijî tarîtiya zindanê rave dike. Jinên girtî li dijî zext, înkar û zordestiyê bi pênûsa xwe deng didin; Çîrokên gelekî û jinên ku tên xwestin bêdeng bên hiştin, dinivîsin.
Di van rûpelana de xeyal, windahî, hêvî û têkoşîna jinên girtî hene. Dengê wan zincîran derbas dike û di dîrokê de nîşeyekê dihêle. Her hevok gaveke ber bi berxwedanê her riste gaveke ber bi azadiyê ve ye.
Çîrokên Jinên di Zindanan de, ne tenê berhemeke edebî ye, di heman demê de şahidiyek e. Ev şahidî çîroka jinan e. Jinên  barê rabirdû û hêviya siberojê hildigirin.

Yazar
Sayfa
112Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.50x19.50cm
Basım Yılı
Mart 2025
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı