Biranin 1 - Yekta Uzunoglu - Sitav Yayınevi

9786257734271
27.00 TL
son 1 adet stokta!
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 30TL

300TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri

Biranin 1 - Yekta Uzunoglu - Sitav Yayınevi

Bîranînên hin kesan hene dîrok bi xwe ne. Mirov di wan de dîroka serdemekê dibine. Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu ya bi navê Bîranîn 1 jî ji wan bîranînanin ku dîroka serdemekê di nava xwe de dihewîne. Mirov di vê berhemê de hînî gelek bûyer, serpêhatî, agahî û zanyariyan dibe ku qet nayên zanîn. Gelek rûpelên dîroka binaxkirî bi saya berhema bîranînên Dr. Yekta ji bin axê derketine, bi bîranîn û jiyana Dr. Yekta re gihîştine ber deste xwendevanan. Di vê berhemê de hevpeyvîneke dûv û dirêj li gel Casimê Celîl û yek jî li gel Prf. Dr. Heciyê Condî ku di sala 1979’an de kirine ku mirov bi wan hevpeyvînan hem jîyana wan hîn dibe, hem bi jiyana wan re qirkirin û surgûna kurdên êzdî hîn dibe. Bi wan hevpeyvînan mirov jiyana belengaz ya civaka salên 1900’an heta salên 1980’an dibine. Dîsa mirov di bîranîna makaleya “Melyaketên Parêzkar Ên Muzîka Kurdî” de di şexsê kedkarên qedîm yên radyoyê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd de serpêhatiya Rodyoya Êrîvanê, cara yekem li ser navê radyoyê derketina Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd bo Evropa û li wir dayîna konsera Newrozê û li wir belavbûna deng û navê radyoya Êrîvanê dibine. Her wiha mirov di wan bîranîn de gelek hêlên civaka kurdan, gelek hêlên kesayetiya kurdan yên wekî mêrxazî û tirsonekî, welatperwerî xiyanet, tarî û ronahiyê dibine. Di vê berhemê de jiyana li gel Dr. Qasimlo bigre heta Kamûran Alî Bedirxan, avakirina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê heta yekem Weşanxaneya kurdî li Ewropa ya îllegal, têkilî û dostaniya li gel gelek kesayetên dostên kurdan yên Ewropî gelekên din cih digirin. Dr. Yekta Uzunoglu di vê berhemê de ne tenê hin bûyerên dîrokî hînî me dike, di heman demê de carinan me dibe nava rûpelên dîrokê, carinan Seleheddînê Eyûbî bi me dide nasîn, carinan yekem Xaxama jin Asenat Barzanî û gelekên din. Ev berhem tijî ye ji agahiyên xweş û şirîn.

Sayfa
192Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.50x21.00cm
Basım Yılı
Nisan 2021
Kategori:
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler