Berfederya - Yusuf Karataş - Aram Yayınları

Berfederya - Yusuf Karataş - Aram Yayınları
Barkod:9786052930762
%
20
İndirim
96 TL
120 TL
Stokta yok
Kitap Künyesi
Berfederya Kitabı, Yusuf Karataş eseri olup 107 Sayfa, 2. Hamur ve 13.50x21.00 cm boyutlarında Aram Yayınları tarafından yayımlanmıştır.
Kargo Seçenekleri
Ödeme Seçenekleri
Kitap Açıklaması

Yusuf Karataş tarafından kaleme alınan Berfederya, Aram Yayınları eseri olarak okurlarla buluşuyor.

Berfederya - Yusuf Karataş Kitap Özeti

“Ez bi ku ve dimeşiyam, min nizanibû. Çawa dimeşiyam jî nizanim; lê dimeşiyam. Hiş û hestê min sekinî bûn. Bi tenê ajoyên min ên bingehîn ên jiyanê ez didam meşandin. Dilê min bûbû milyonek perçe. Di nava xwe de ez diheliyam. Di her gavê de bi hezaran hucreyên min dimirin. Di her hilm standinê de ez dibûm ba û tevlî hewayê dibûm. Ji kerba min dikir ez bimirim. Lê qewêtiyên her du hevalan ez li ser linga dihiştim. Pêwîst bû ez peywira xwe bi cih bînim. Pêwîst bû partî ji van bûyeran agahdar bibe. Pêwîst bû partî dizanibe çi bi serê hevalan hatiye. Pêwîst bû heya partiyê ji çelengbûn û fedakariya hevalê Çiya hebûna. Pêwîst bû partiyê girêdayîn û hezkirina hevala Roda zanibûya.”

Li Kurdistanê di çil salên dawîn de ji ber têkoşîna gelê kurd a azadiyê di her warî de cudabûnên mezin hatin jiyandin. Geh ji ber zext û zordariya dewletê bixwe geh jî ji ber pêkutiyên aliyên ku hevkariyê bi dewletê re dikin civakê zirareke mezin dît. Ji aliyekî ve bîrbû – na azadî û netewbûnê pêş ket ji aliyekî ve jî bûyerên bêtarîf rû dan. ‘Berfederya’ bi çîrok û bûyerên qewimîne şahidiyê ji vê demê re dike. Têkoşînê civak çawa şiyar kir? Bi çi zehmetî têkoşîn hate meşandin? Endamên di nav têkoşînê de cih girtin rastî çi hatin? Berfederya dixwaze bibe bersiva van pirsan. Geh di ‘Meşa Îmraliyê’ de dema hîn dibin ku dayîka Dilşa nemiriye mirov behneke hênik dikşîne, geh jî di ‘Berfederya’ de, di encama xiyanetê de bi şehadeta heval Çiya hêrs dibe.

Berfederya dilopek ji behra jiyana me ye.

Nivîskar bûyerên di dem û cihên cuda de pêk hatine bi zimanê çîrokî radigihîne xwendevanan.

Sayfa
107 Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.50x21.00 cm
Basım Yılı
Temmuz 2024
Kategori:
Kitap Yorumları

Yorum bulunamadı