Xoşxwan - Cegerxwin - Lis Basın Yayın

185,00TL
138,75 TL
Kazancınız: 46,25TL (25%)



Ürün Açıklaması

Xoşxwan dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê Kî me Ez de gotiye: “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.”

Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seyda guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:

Ey şêxê sahibê tac
Wey Rebê qewmê Kurmanc
Madem tu serbitac î
Çiman tu bêrewac î?


Marka
Lis Basın Yayın
Yazar
Cegerxwin
Sayfa
174 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.50x19.50 cm
Basım Yılı
Temmuz 2019
Barkod
9786057535290