Hesretdefter - Ferike Usiv - Lis Basın Yayın

140,00TL
105,00 TL
Kazancınız: 35,00TL (25%)



Ürün Açıklaması

Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Hesretdefterê de bi zimanê xwe ê herikbar, lîrîzma xwe a ji xwezaya welatê xwe standiye û bi vegotina xwe a sade û ji dil behsa xwe û rabirdûya xweş dike û ciwanî, hez û hubê bi bîr tîne. Behsa civat û cimaeta xwe û rabûn û rûniştina wan dike. Bi her şi’ra xwe jîyanê û hêza me a hezkirinê gurtir û tîrtir dike. Destana Rihana Reso û Hisret, kurteromanên derheqa jîyana cimaeta Fêrik e, ku ew wan rojên xweş û geş bi bîr tîne û hisreta wan rojan dikişîne. Fêrîk li gel van vegotinên bi keser behsa jîyana niha a kaltîya xwe dike û wekî psîkologekî ruh û gîyan û taswas û metirsîya kalekî ji me re vedibêje;

Wextê ez bûbûm bîst û pênc salî,

Min ji kêfa dil digot: Ez kal im…

Naha pêncî me, dibêjin: Kal î…

Ez dixeyîdim, ji dil dinalim.

Payîza emir ha hucûm dike,

Derp-derp lê dide, bê qudûm dike.

Em heyr-hisreta per û baska bûn,

Niha linga jî me merûm dike…


Marka
Lis Basın Yayın
Yazar
Ferike Usiv
Sayfa
120 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
12.50x20.50 cm
Basım Yılı
2018
Barkod
9786058152106