Gula Elegeze - Ferike Usiv - Lis Basın Yayın

140,00TL
105,00 TL
Kazancınız: 35,00TL (25%)



Ürün Açıklaması

Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi’ra wî dida. Ji ber wê şi’ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:

Xwezil, xwezil, ya min biyayî,

Xwezila bûka dîya min biyayî, 

Te çok veda ber pîngê wê,

Serî bida ser sîngê wê,

Por û gulîyê xwe reş berda,

Dîya min porê te vegirta,

Û min destê wê yî çira

Li ser porê te paç kira...


Marka
Lis Basın Yayın
Yazar
Ferike Usiv
Sayfa
120 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
12.50x20.50 cm
Basım Yılı
2018
Barkod
9786059014854