Diwan - Mela Ehmede Zinarexi - Nubihar Yayınları

260,00TL
182,00 TL
Kazancınız: 78,00TL (30%)



Ürün Açıklaması

Dîwana Mela Ehmedê Zinarexî ji nav weşanxaneya Nûbiharê derket. Mela Ehmedê Zinarexî ku îsal (2018) di meha Adarê de rehmet kiribû, xelkê wîlayeta Şirnex qezaya Hezexê ye. Seyda gelek kitêbên Kurdî yên dînî û edebî nivîsîbûn û di nav seydayên devera xwe de bi vî aliyê xwe temayuz kiribû. Wî ne tenê dîwanek bexşî zimanê Kurdî kiribû, herweha piraniya kitêbên xwe yên dînî jî bi Kurdî û şêwazeke edebî nivîsîbûn.

Me wek weşanxaneya Nûbiharê xwest li vî nirxê xwe xwedî derkevin û dîwana Zinarexî ya ku ji gelek aliyan ve orjînal e pêşkêşî cîhana edebiyata Kurdî bikin. Dîwan ji aliyê akademîsyenên hêja Taha Nas, Tahirhan Aydın, Abdurrahman Adak û Zülküf Ergün ve hem bi kurdiya latînî, hem bi kurdiya Erebî hatiye amadekirin. Herweha di destpêka dîwanê de ji aliyê Taha Nas û Abdurrahman Adak ve li ser biyografiya Seyda û aliyê wê yê edebî du lêkolîn jî cih digirn.


Marka
Nubihar Yayınları
Yazar
Mela Ehmede Zinarexi
Sayfa
368 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.50x21.00 cm
Basım Yılı
Temmuz 2018
Barkod
9786059413282