Deri Vekıri Bıhelin We Hechecik Vegerin - İrfan Amida - Lis Basın Yayın

220,00TL
165,00 TL
Kazancınız: 55,00TL (25%)



Ürün Açıklaması

Di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne; yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk, xav, kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar, lê Amîda evê nabêje, yan jî ev ne li ser bala wî ye; berê wî li hin tiştên din e, bi tiştinî din mijûl e. Serqisê ew bi bêhna axê, vizîna bê, rîtma zemên, êş û azara mihacirîyê dadikeve, yan jî bi tu tiştî danakeve lê bi me werê tê.
Dîyalog û monologên gelekî seyr ên rêya xwedîtinê di awêneyekê de didin mirov, rê didin mirov ku xwe bibîne bê çi li xwe dike bar; çi li wî bar e. Îrfan Amîda ne tenê jîyanê baş dibîne, ew raste rast wê bi mirov dide jîyandin jî.


Marka
Lis Basın Yayın
Yazar
İrfan Amida
Sayfa
208 Sayfa
Kağıt
2. Hamur
Boyut
13.00x19.50 cm
Basım Yılı
Aralık 2020
Barkod
9786057535887