Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de - Helmuth von Moltke - Avesta Yayınları

9786059082808
%
25
İndirim
116,25 TL
155,00 TL
Temin Edilebilir (3-5 İş günü)
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 30TL

300TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri

Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de - Helmuth von Moltke - Avesta Yayınları

Yek ji tekstên herî girîng ên kurdolojiyê nameyên Tirkiye yên Mareşalê alman Helmuth Von Moltke, bi navê “Li Çiyayên Kurdistanê - Di Bin Nîveheyvê de” derket. Kitêb ji beşên li ser kurdan û Kurdistanê pêk tê û ji aliyê Fatih Aydin ve ji almanî bo kurdî hatiye wergerandin.
Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat, demekê li Stembolê dimîne û ji hêla Siltan Mehmûdê Duyem ve tê vexwendin ku ew bona modernîzekirina artêşa Osmaniyan jê re şêwirmendî û alîkariyê bike. Moltke vê dawetê qebûl dike û ji 1835an heta 1838an li Stembolê dimîne. Ew di ber re xwe dielimîne tirkî, li derdora Stembolê derdikeve geşt û geran. Di sala 1838an de bi wezîfeya teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, wî dişînin Anatoliya û Kurdistanê ku ew wê demê bi serleşkeriya Hafiz Osman Paşa derketibûn sefera li ser kurdan û sefera li hember artêşa Mehmed Alî Paşayê Misirî.

Ev kitêba ku di 1841ê de li Almanya bi navê “Nameyên derbarê şert û mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an” hatiye çapkirin yek ji teksten girîng ên kurdolojî ye. Beşên ku di vê kitêbê de cih digrin, beşên ku von Moltke bona teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, berê xwe dide ser Anatoliya û Kurdistanê û heta bi dawîbûna Şerê Nizibê pêk tê ku ew name di salên 1838-1839an de hatine nivisîn. Di vê midetê de von Moltke dibe şehdeyê rapêçandina keleha Seîd Beg, sefera ser çiyayên Xerzan û axirî bi dûvdirêjî qala şerê Nizibê dike.

Von Moltke di nameyên xwe, di geşt û gerên xwe û di qalkirinên xwe yên şer de ne wek leşkerekî bes qala tiştên mekanîk û rûxsar dike. Geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî hûr û kûr qala dîroka bajêr û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tije qala edet, rêûrismên civakên di nav de dimîne dike û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşeyên Rojhilata Navîn û çareseriyên wan tîne ziman.

Sayfa
240Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
13.00x19.50cm
Basım Yılı
Ekim 2018
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler