Sür ü Toledo - Zerdeşt Cemal - Na Yayınları

9786257085229
%
15
İndirim
42.50 TL
50.00 TL
Stokta yok
Favori listesine ekle
Kargo Bilgisi

Sabit kargo ücreti 30TL

300TL ve üzeri Kargo Ücretsiz

Ödeme Seçenekleri

Sür ü Toledo - Zerdeşt Cemal - Na Yayınları

Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê “Sûr û Toledo” ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin.Pirtûka ku bi ebata piçûk (11x15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. “Sûr û Toledo”nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev.
…Toledo
Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo
Bi xwe ewle
Destbirakê Dîjle, Tajo!
Tu diherikî bi lez
Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe
Û dest bide destbirakê xwe
Dîjle…
Tajo
Li qiraxên te pornixî ne
Di cemeda dîrokê de
Şowalyên te
Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê
Bûne sîmbol di nava pêlên te de…
Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.
…Îro
Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle…
Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne
Di bêkesîya xwe de dixurrimin
Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de…
Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê
Xendek li ‘emre min tên kolan
Li kuçekorên kevirî
Xweşikîya te weke ronahîya rojê
Misebiba qetla min e
Zarokên min dimirin
Siberojên sêwî ava dibin bi navê te
Toledo
Ev şi’êr rexnekirina şer e, hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê;
…Wêrekîya min zarokên min e
Di cengê de bêserûber
Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de
Bêmecal dimînin zarokên min
Gava bi Dîwarê Kîmyasalê’v radipelikin

Sayfa
48Sayfa
Kağıt
2. HamurKağıt
Boyut
11.50x15.50cm
Basım Yılı
Nisan 2021
Ürün Yorumları

Yorum bulunamadı

Benzer Ürünler Benzer Ürünler